Kombûna sê serokatîyên Herêmê destpêkir
Civîna sê serokatîyên Herêma Kurdistanê ( serokatîya Herêm, hikumet û Perleman) destpêkir û dûv re jî bi pişikdarîya serok komarê Îraqê li gel alîyên sîyasî civîneke berfireh birêve diçe.
K24- Hewlêr
Civîna sê serokatîyên Herêma Kurdistanê ( serokatîya Herêm, hikumet û Perleman) destpêkir û dûv re jî bi pişikdarîya serok komarê Îraqê li gel alîyên sîyasî civîneke berfireh birêve diçe.
Piştî vê civînê, biryare her sê serokatîyê Herêma Kurdistanê bi pişikdarîya serokê komara Îraqê, Berhem Salih, li gel alîyên sîyasîyên Herêma Kurdistanê civîneke berfireh encam bidin û rewşa niha ya Îraqê û peywendîyên navbera Herwlêr û Bexdayê tewereke sereke ya civînê dibe.
Duhî êvarê, Berhem Salih, serokê komara Îraqê gehişte bajarê Hewlêrê û li firokexaneya nêvdewletî ve ji alîyê Nêçîrvan Barzanî hat pêşwazîkirin.