Kombûna her sê serokatîyên Herêmê û alîyên sîyasî destpêkir
Berî niha kombûna hersê serokatîyên Herêma Kurdistanê û kesên yekem ji alîyên sîyasî bi pişikdarîya serokê komara Îraqê li Hewlêrê destpêkir.
K24- Hewlêr
Berî niha kombûna hersê serokatîyên Herêma Kurdistanê û kesên yekem ji alîyên sîyasî bi pişikdarîya serokê komara Îraqê li Hewlêrê destpêkir.
Li gor zanîyarîyên nûçegehanê Kurdistan24, tewera sereke gengeşekirina rewşa niha ya Îraqê ye û çawanîya reftarkirinê li gel pêşhatên Îrqê û deverê.
Kombûna berpirsên bilindên Herêma Kurdistanê û serokê komara Îraqê û kesê yekemên alîyên sîyasî, hevdem e li gel rewşa Bexdayê ku bi sedema xwenîşandanan û hewlên guhertina hikumet û hevwarkirina destûrê durist bûye. Di kombûna dawîyê ya hejmareke hêz û alîyên sîyasî yên Îraqê de bi serperiştîya Behem Salih, serokê Îraqê, li ser çend xaln rêkkevtibûn û yek ji wan xalan jî hevwarkirina çend movikên destûra Îraqê bû.
Bepirsên bilindên Herêma Kurdistanê di dema burî de bi rêya peyam û daxuyanan de ji bilî derbirîna piştîvanîyê bo başkirina rwewşa xelkê, amaje bi wê yekê jî kirîne ku ew rewşa niha li Îraqê heye ji encamam kombûna kêmasîyên hikumetên berê û bicînekirina destûrê ye.
Her evro her sê serokatîyê herêma Kurdistanê bo gengeşekirina rewşa Îraq û deverê civîyan.