Îranê geştên xwe yên asmanî bo Bexda û Necef rewestandin

Bi sedema alozîyên vê dawêyê yên Bexdayê, Îranê geştên firokevanîyên xwe bo Bexda û Necefê rawestandin.

K24- Hewlêr

Bi sedema alozîyên vê dawêyê yên Bexdayê, Îranê geştên firokevanîyên xwe bo Bexda û Necefê rawestandin.

Meqsûr Esiedî, rêveberê giştîyê komeleya kompanîya ya firokevanêya Îranê ragehand, tevaya geştên kompanîya ya firokevanîya Îranê bo Bexda û Necef hatin ragehandin.

Ragehand jî, destpêkirina geştan peywendî bi asayîbûna rewşa Îraqê ve heye û heya ev rewşa niha ya Îraqê berdewam be ti geşteke firkevanîyê bo Bexda û Necef nahên encamdan.

Ji alîyeke dî ve, Mesûd Husênîyan, ser kkonsulê Îranê li Kerbela ragehandîye di niha de rewş nebaşe bo seredankirina mezarên Îraqê ji alîyê Îranîyan ve û daxwaz ji hevwelatîyên Îranê kir ku geştên xwe bo Îraqê gîro bikin.