Rûhanî çarem pêngava xwe vekişandinê ji rêkkevtina navokî ragehand

Hesen Rohanî, serokê Komara Îslamîya Îranê ragehand, subehî Tehran çarem pêngava xwe vekişandinê ji rêkkevtina navokî dest pê dike.

K24- Hewlêr

Hesen Rohanî, serokê Komara Îslamîya Îranê ragehand, subehî Tehran çarem pêngava xwe vekişandinê ji rêkkevtina navokî dest pê dike.

Serokê Îranê di hevpeyvîneke rojanamevanî de tekez kir: Ji subehî Çarşembîyê ve di wêstgeha navokîya Fordo de çarem pêngava xwe dê havêjîn  bo xwe vekişandinê ji rêkkevtina navokî. Ev pêngav jî, dabînkiria gazê ye bo amêrên Senterfiyûçî ya wê wêstegehê.  Dibe ku vê pêngavê nehavêjîn û poşman bibîn heke alîyên beranber pênagevekê bihavêjin ber bi cîbicîkirina sozên xwe yên taybet bi rêkkevtina navokî û em şîyayîn petrola xwe bifiroşîn.  Wê demê em jî rêkkevtinê wek xwe bicih dikîn.

Rûhanî got: Evro rêkxistîya navokîya Îranê haydar agadar dikim ku ji subehê ve gazê bidin zêdetir ji hezar alavên Sebterfiyoç a wêstegha Fordo. Çalakîyên me li wê wêstgehê li jêr serperişîya pişkînerên Ajansa Nêvdewletî ya Wizeya Navokî dibe. Tekez jî kir, Îran hemû mafê wê yekê heye ku her core alaveka Senterfiyoç berhem bihîne.

Rûhanî, xuya jî kir, danûstandinê me li gel Ewrûpayîyan berdewam in û Tehran delîveyeke nû dide alîyên beranber ku dema wê dû meh in.

Berê jî  Tehranê tekez kiribû,  ku wan hemû amadekarî kirîne bo  destpêkirina çarem pêngava xwe vekişnadinê ji rêkkevtina navokî û dê wê pêngavê bich bikin, heke alîyên berenaber pabend nebin bi sozên xwe.