Li Girê Sipî teqînek çê bû
Li nava bajarokê Girê Sipî yê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin, teqînekê rû da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li nava bajarokê Girê Sipî yê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin, teqînekê rû da.
Li gor zanyariyên destpêkê, teqîn li taxa Cisir a Girê Sipî rû daye, lê hîna ti zanyarî derbarê qurbaniyên teqînê de nehatine ragihandin.
Ev yek di demekê de ye, roja 2ê vê mehê jî li nav bazara bajarê Girê Sipî teqînek di riya otombîleke bombekirî hat kirin û di encama wê teqînê de 13 kes hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Tirkiyê di ber encamdana teqînên li Serê Kaniyê û Girê Sipî de berpirsyar dibîne û dibêje, armanca Tirkiyê ew e, xelkê sivîl koçber bibe û malbatên çekdarên biyanî li şûna wan bicih bike.
S. B