Hêzên artêşa Sûriyê li rojhilatê Qamişlo belav dibe

Îro hêzên artêşa Sûriyê li navçeyên sînorî yên rojhilatê bajarê Qamişlo û bajarokê Tirbesipiyê belav bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro hêzên artêşa Sûriyê li navçeyên sînorî yên rojhilatê bajarê Qamişlo û bajarokê Tirbesipiyê belav bûn.

Peyamnêra K24ê li Qamişlo Lava Es'ed ragihand, îro bo yekem car ji destpêka krîza Sûriyê ve, hêzên artêşa Sûriyê li gundewarê derdora Qamişlo û Tirbesipiyê belav dibin.

Ev belavbûna hêzên rêjîma Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê piştî wê yekê tê, piştî artêşa Tirkiyê êrîşî ser Serê Kaniyê û Girê Sipî kir, HSD bi artêşa Sûriyê lihev kir, ku artêşa Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê belav bibe.

Berî çend rojan jî, hêzên artêşa Sûriyê li gundewarê Kobanî, Dirbêsiyê û Amûdê belav bûbûn.

 

 

S. B