Li Kobanê hêzên hevpişkên Tirkiya û Rûsiyayê hatin ber barankirin

Hêzên Rûsiya û Tirkiya, duhî gereke dî ya serbazî hevpişik li bakûra Sûriyayê li nêzîk Kobanê encamdan, lê ji alîyê xelkê deverê ve hatin ber barankirin.

K24- Hewlêr

Hêzên Rûsiya û Tirkiya, duhî gereke dî ya serbazî hevpişik li bakûra Sûriyayê li nêzîk Kobanê encamdan, lê ji alîyê xelkê deverê ve hatin ber barankirin.

Hêzên hevpişkên Rûsiya û Tirkiyayê 7 Kîlometran ji Kobanê ve dûr bûn ji alîyê rojhelatê ve û ji alîyê hevwelatîyan ve hatin ber barankirin.

Ew hêzê hevpişik bi dirêjahîya 72Km û bi kûrahîya 5 Km li ser sinûrê Tirkîyê digerîyan.

Xelkê Kobanê li ser rêya sereke rawestan û ber barana otombêlên wan hêzan kirin û durişim li dijî supayê Trikiya û Rûsiyayê digotin.

Sera wê yekê ku girteya vîdyoyî ya wê bûyerê belav bûye, lê wezareta berevanîya Rûsiyayê red kir ku ti bûyereke weha rûda be.

Gera yekem a hêzên Rûsiya û Tirkiyayê, li roja Heynî ya bûrî li deverê Dirbêsîyê hat encamdan.