Firokyên Tirkiyayê Embara Genim li Eyîn Îsa dikin armanc

Firokyên bêfirokevanên Tirkiyayê hêriş kirin ser Embar (Saylo) a Genim li Eyîn Îsa.

K24- Hewlêr

Firokyên bêfirokevanên Tirkiyayê hêriş kirin ser Embar (Saylo) a Genim li Eyîn Îsa.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belav kirîye, Artêşa Tirkiyayê û komên çekdarên dijberîya Sûriyayê yên dûvelankên wê, hewil didin embar a genim li gundewarê Eyîn Îsa kontirol bikin, bi armanca evê yekê jî dest bi hêrişeker tund kirîne bo ser wê deverê.

 Li gor Riwangehê, firokeyên bêfirokevanên Tirkiyayê Embar (Saylo) a Şirkirak her li wê deverê kirîne armanc û şereke tund di navbera Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û komên çekdarên dûvelanêkn Sûriyayê li wê deverê heye.

 Hatîye belavkirin jî ku hêrişên Tirkiyayê û komên çekdarên dûvelankên wê, embolansên veguhaztina birîndaran li wê deverê kirîne armanc û heya niha jî zîyanên wê hêrişê nehatîne zanîn.