Xaça Sor a Sûriya rê nade NY, kempekê bo awareyan durist bike

Xaça Sor a Sûriyayê rê neda Neteweyên Yekbûyî kempekê bo awareyên Serê Kanîyê û Girê Sipî li Heseke durist bike.

K24- Hewlêr

Xaça Sor a Sûriyayê rê neda Neteweyên Yekbûyî kempekê bo awareyên Serê Kanîyê û Girê Sipî li Heseke durist bike.

Riwangeha Sûriyayê ya Mafên Mirov belav kirîye, ku Xaça Sor a Sûriyayê ya ser bi rijêmê ve, rê nedaye Neteweyên Yekbûyî Kempeke nû bo awareyên Girê Sipî û Serê Kanîyê veke li parêzgeha Hesekeyê.

Li gor Riwangehê, ew devera ku biryare kemp têde bihêt avakirin dikeve jêr desthilata Rijêma Sûriyayê û hikumet astengan li pêş duristkirina kempê çê dike.

Amaje bi wê yekê jî hatîye kirin, ku hejmara awareyan zêdetir ji 300 hezar kesane û nêzîkî 40 malbat ji wan li kemp a Waşokanî ya di navbera Heseke û Tel Temir de hatîne bicîkirin û heya niha ti rêkxistinên mirovî, alîkarî pêşkêşî wan nekirîne, çunku parêzgarê Hesekeyê rezamendî li ser belavkirina alîkarîyan nedaye.