Komisyona Ewropa: Piştevaniya Tirkiyê bo “herêma ewle” nakin
Komisyona Ewropa ya girêdayî Yekîtiya Ewropayê red dike, piştevaniya Tirkiyê bo avakirina “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
K24 – Navenda Nûçeyan
Komisyona Ewropa ya girêdayî Yekîtiya Ewropayê red dike, piştevaniya Tirkiyê bo avakirina “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê bike.
Komîteyên Dad, Karên Derve û Geşedanê yên girêdayî Parlamentoya Ewropayê bi armanca gotubêjkirina rewşa penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê civiya.
Di civînê de bi navê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Maciej Popawskî da xuyakirin, Tirkiye bi operasyonê dixwaze li Rojavayê Kurdistanê hin deveran ava bike.
Da xuyakirin jî, Yekîtiya Ewropa operasyona Tirkiyê şermezar kiriye û ne pêkan e alîkariya darayî ji bo vê planê bike û divê vegera penaberan li ser dilxwaziya wan be.
Hat destnîşankirin, Tirkiye karta penaberan hember Yekîtiya Ewropayê bikar tîne û alîkariyên bo penaberan tên şandin, bi vê armancê nayên bikaranîn.
Herwiha Komisyona Ewropa hişyarî jî ji bo guhertina demografiya wê navçeyê dayê, ku dê derencamên xerab jê derkevin.
Beriya niha Serokomarê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan ragihandibû, dema ew herêma ewle ava bikin, pêwîst e Yekîtiya Ewropa alîkariya wan a darayî, li wê deverê bike.
S. B