Rêveberiya Xweser: Bi belge, Tirkiyê çekê qedexekirî bikar aniye
Rêveberiya Xweser radigihîne, belge li ber destê wan hene, ku Tirkiyê çekên qedexekirî di êrîşên xwe yên vê dawî de li Rojavayê Kurdistanê bikar anîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser radigihîne, belge li ber destê wan hene, ku Tirkiyê çekên qedexekirî di êrîşên xwe yên vê dawî de li Rojavayê Kurdistanê bikar anîne.
Hevserokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdilkerîm Omer ragihand di konferanseke rojnamevanî de ragihand, dewleta Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve, ji roja 9ê Cotmehê ve peyman û yasayên navdewletî binpê kirine, herwiha dewleta Tirkiyê çekên qedexekirî jî li dijî gelê sivîl bikar anî. Di encamê de 30 sivîl, di nav de jî zarok hene, bûn qurbaniyên çekên qedexekirî.
Omer got jî : “Belge di destê me de hene ku Tirkiyê di êrîşên xwe de çekê qedexekirî bikar aniye. Em amade ne pêşwaziyê li komîteyên navdewletî yên taybet bikin, ta lêkolînê di vê derbarê de bikin. Herwiha em amade ne li navçeyên ku êrîş lê hatine kirin hevkariyê bikin, ta ew karê xwe bêalî bikin. Em daxwaz dikin, gaveke bilez di vê derbarê de bê avêtin, ta ev yek ji dewleta Tirkiyê ya dagîrker re nemîne.”
Ji aliyê xwe ve jî Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa di konferansê de daxwaz kir ku pêwîstiya bilez a avakirina komîteya lêpirsînê heye, berî ku bermahiyên bikaranîna çekên qedexekirî winda bibin.
S. B