HSD amara şer 24 demjimêrên bûrî radigihîne

HSDê radigihîne, di 24 demjmêrên bûrî de wan 27 çekdarên ser bi Tirkiyê ve li deverên Serê Kaniyê, Til Temir û Eyn Îsa kuştine.

K24 – Navenda Nûçeyan

HSDê radigihîne, di 24 demjmêrên bûrî de wan 27 çekdarên ser bi Tirkiyê ve li deverên Serê Kaniyê, Til Temir û Eyn Îsa kuştine.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand, êrîşên artêşa Tirkiyê û girûpên bi ser wê ve, li ser gundewarên Serê Kaniyê, Til Temir û Eyn Îsa bi çekên giran û firokeyên bêfirokevan berdewam in.

Da zanîn jî, di 24 demijmêrên bûrî de wan 27 çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve kuştine, Tankek û otombêleke ji curê BMB jî jinav birine.

HSDê diyar jî kir, di şerê li wan navçeyan de, 14 şervanên wan canê xwe ji dest dane û 13 şervanên din jî birîndar bûne.

 

S. B