15 sal girtin ji Hevşaredara Karazê re tê xwastin
Hevseroka Şaredariya navçeya Karaza Diyarbekirê bi heceta pêwendiya wê bi PKKê re heye, 15 sal cezayê zîndanê jê re tê xwestin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevseroka Şaredariya navçeya Karaza Diyarbekirê bi heceta pêwendiya wê bi PKKê re heye, 15 sal cezayê zîndanê jê re tê xwestin.
Li ser fermana Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, Hevseroka Şaredariya Karaz a Diyarbekirê Rojda Nazlier, ji kar hatibû dûrxstin û paşê jî biryara girtinê jê re hatibû derkirin.
Serdozgeriya Diyarbekirê, di encama vekolînan de û bi tometa wê alîkariya PKKê kiriye, beşdarî çalakiyên dayikan bûye û li dijî dewleta Tirkiyê axiviye, daxwaza zîndanîkirina Rojda Nazlier ji 7 heta 15 salan dike.
Hevşaredara navçeya Karazê beriya 13 rojan di encama serdagirtina malan de, hatibû girtin û dê di 27ê Çileya bê de were dadkirin.
S. B