Li Rojhilat alîkarî bo Rojavayê Kurdistanê dihêt komkirin
Li rojhilatê Kurdistanê, helmetek ji bo komkirina alîkariyan ji bo xelkê rojavayê Kurdistanê destpêkiriye. Li bajarê Sine, çalakvan û hunermend bi alîkariya Heyva Sor bi rêyên cuda xelkê han didin, alîkariyan ji bo aware û penaberên rojavayê Kurdistanê kom bikin. Dibêjn jî, her çend e li rojhilatê Kurdistanê krîza aborî heye, lê xelk pêşwaziyê li vî karî dikin.
K24- Hewlêr

Rojehaltî li hewara Rojavayê Kurdistanê diçin û li seransrî Rojhelatê Kurdistanê kempînên komkirina alîkarîyan bo Rojavayê Kurdistanê dihên encaamdan. Li bajarê Sine, hunermend çalakîyên sivîlî bi hevkarîya Heyva Sor encam didn û pêşengfin di komkirina alîkarîyan bo aware û penaberên Rojavaya Kurdistanê.
Piştî opersyona Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê yekdengîyeke mezin di navbera Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê de durist bû hem bo dijatîkirina derkirina Kurd li ser welat û warê xwe, hem jî bo piştîwankirna awareyên ku naçar bûne mal û halê xwe bihêlin di vê werza sar de di kempan dane.
Evê carê rê nedane xelk û çalakvan xwedîkarîyê li komkirina alîkarîyan bikin li Rojhelata Kurdistanê, lî ewa dihêt komkirin divêt radestî Heyva Sor a Îranî bihêt kirin û biryare ew wê alîkarîyê bigehînin Rojavaya Kurdistanê.