Mezlûm Ebbdê: Erkê Neteweyên Yekbûyê paraztina sivîlane neku beşdarîyê di qirkirna miletekî de bike

Fermandarê giştî yê HSDyê (Hêzên Sûriya Demokrat) raghand, erkê Neteweyên Yekbûyê paraztina sivîlane neku beşdarîyê di qirkirna miletekî de bike.

K24- Hewlêr

Fermandarê giştî yê HSDyê (Hêzên Sûriya Demokrat) raghand, erkê Neteweyên Yekbûyê paraztina sivîlane neku beşdarîyê di qirkirna miletekî de bike.

Mezlûm Ebbdê, fermandarê giştî yê HSDyê di tiwîtekê de raghandîye, daxuyanîyên Entonîyo Gotêrês, sekiretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî derbarê pêkanîna komîteyekê  jibo xwendina pêşniyaza Tirkiyê derbarê avakirina xanîyan li navçeyên ku Tirkiyê dagîr dike nîşana wê yekê ye ku Neteweyên Yekbûyî ldi gel sîyaseta cînosayidkirina miletekîye.

Got jî, dibin siya Neteweyên Yekbûyî de,  Tirkiye hewil dide sîyaseta guhertina demografî û qirkirina miletî li bakurê rojhelatê Sûriyê birêve bibe.

Ebdê amaje bi wê yekê jî kirîye, ku erkê Neteweyên Yekbûyî paraztina sivîlane neku beşdarîyê di pirojeyên qirkirinê de bike.