Mesrûr Barzanî koçberên Rojavayê Kurdistanê vedikole
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşt kampa koçberên Rojavayê Kurdistanê li Berdereş.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşt kampa koçberên Rojavayê Kurdistanê li Berdereş.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê serdanê de, ji nêzîk ve rewşa jiyan û guzariyên koçberên Rojavayê Kurdistanê dişopîne, ku ji encama êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kuridstanê koçberî Herêma Kuridstanê bûne.
Mesrûr Barzanî di çarçova serdana xwe bo kampa Berdereş de ragihand, destxweşiyê li hemû rêveberiya kamp û rêxistinên mirovî dikim, ku pêşwaziyê li xwişk û birayên me yên Rojavayê Kurdistanê dikin.
Da zanîn jî, yek milyon û 500 hezar koçber niha li parêzgehên Kurdistanê ne, ev jî erkekî mezin xistiye ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û salane yek milyar û 500 milyon Dolar bo birêvebirina van kampan xerc dike.
Mesrûr Barzanî got jî: Hevkarîkirina van penaberan erkekî navdewletî ye û daxwaz ji rêxistinên navdewletî û hevpeymanan dikin, bo birêvebirin van kampan, hevkariya Herêma Kurdistanê bikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji rêveberiya kampê jî kir, heta dema pirsgirêka van koçberan çareser dibin û vedigerin ser mal û milkên xwe, em pêşwaziyê li lê bikin û daxwaz ji wan dikim, di xizmetkirinê de jî xemsar nebin.
Amaje bi wê jî da, li asta siyasî jî, Hikûmeta Herêma Kuridstanê bi hewlên xwe berdewam dibe, ta pirsgirêkên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê tên çareserkirin.
Kampa Berdereş taybet e bi koçberên Rojavayê Kurdistanê yên ji ber êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê hatine Herêma Kurdistanê, 2 hezar û 619 malbat lê bicih bûne, ku ji 11 hezar kesî pêk tê.
S. B