Li derdora Til Temirê şer derketiye
Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar ên ser bi wê ve, bi tundî êrîşî gundên derdora Til Temirê dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar ên ser bi wê ve, bi tundî êrîşî gundên derdora Til Temirê dikin.
Ajanseke nêzîkî HSDê belav kir, artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar bi çekên giran û firokeyên bêfirokvan êrîşî gundên Qebir Sixîr û Um Şehfeyê kirin û şer di navbera wan û HSDê de derketiye.
Ji aliyekî din ve ajansa “SANA” ya Sûrî ragihand, di heman demê de jî mîlîşyayên çekdar êrîşî ser du xalên hêzên rêjîma Sûriyê li heman deverê kirin.
Ev yek di demekê de ye, HSDê amarên şer 24ê demjimêrên bûrî ragihand, di êrîşên artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar li ser gundên Til Temir, Zirgan, Eyn Îsayê de, 13 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin û 19 çekdar jî birîndar bûne.
Aşkere kir jî, di şer û pevçûnan de 12 şervanên HSDê jî canê xwe jidest dane û 7 şervan jî birîdar bûne.
S. B