HSDyê hêrişa komên çekdarên dûvelankên Tirkiyê têkişikand û 2ji wan kuştin
2 çekdarên dijberîya Sûriyê ji encama şerê di navbera wan û HSDyê (hêzên Sûriya Demokrat) de li gundewarê Eyîn Îsa hatin kuştin.
K24- Hewlêr
2 çekdarên dijberîya Sûriyê ji encama şerê di navbera wan û HSDyê (hêzên Sûriya Demokrat) de li gundewarê Eyîn Îsa hatin kuştin.
Rewangeha sûria ya mafên mirovî belav kirîye, ku hêzên Sûriya Demokrat hêrişa komên çekdarên ser Tirkiyê ve li gundewarê Eyîn Îsa têkişikandine û ji encama şerê di navbera wan û HSDyê 2 çekdarên dijberîyê hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn e.
Rewangehê belav jî kirîye ku li gundewarê Helebê jî, hêzên Tirkiyê bingehên YPGyê (Yekîne yên Parzatina Gel) li gundê merennaz kirin e armanc, lê zîyanên wê êrîşê hêj ne hatîne zanîn.