Li Girê Sipî teqîn.. Kuştî û birîndar hene
Li bajarokê Silog ê ser bi Girê Sipî ve teqîneke bihêz rû da û hejmareke mezin ji welatiyan hatin kuştin û birîndar kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarokê Silog ê ser bi Girê Sipî ve teqîneke bihêz rû da û hejmareke mezin ji welatiyan hatin kuştin û birîndar kirin.
Li bajarokê Silog ê li başûrê rojhilatê Girê Sipî teqîneke bi riya otombîleke bombekirî rû da û li gor zanyariyên destpêkê 5 kes hatine kuştin û zêdetir ji 13 kesan jî birîndar bûne.
Bajarokê Silog piştî êrîşa artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar li ser Rojavayê Kurdistanê, niha ji aliyê wan ve hatiye dagîrkirin.
Pêştir jî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berpirsatiya teqînan li Serê Kaniyê û Girê Sipî xistibû stûyê Tirkiyê û gotibû, armanca Tirkiyê ew e, xelkê sivîl koçber bibe û malbatên çekdarên biyanî li şûna wan bicih bike.
S. B