Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Bin Zayid rewşa navçeyê guftûgo dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cihnişînê Ebû Dabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Mîrnişînê Ebu Dabî Mihemed Bin Zayid civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cihnişînê Ebû Dabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Mîrnişînê û Serokê Encûmena Raperandina Mîrnişîna Ebu Dabî Mihemed Bin Zayid dawî pêşhatên rewşa Iraqê guftûgo kirin û herdu aliyan tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya siyasî li Iraq û navçeyê kirin.

Îro danê êvarê di hevdîtinekê de Nêçîrvan Barzanî û Şêx Mihemed Bin Zayid pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, diyaloga çareserkirina pirsgirêkan, daxwaza bihêzkirina pêwendiyên dualî, derfetên kar û webirhênanê di karta taybet a Îmaratî li Herêma Kurdistanê û ji wir ve ber bi tevahiya Iraqê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi welatên cîran re guftûgo kirin.

Pêşhatên navçeyê bi giştî, metirsiyên serîhildana terorê û girîngiya hevahengiya navçeyê û navdewletî bo rûbirûbûna wê û çend pirsên din yên cihê girîngiyan herdu aliyan, tewereke din civînê bû.

 

S. B