Amerîka: 600 leşker li bakurê Sûriyê dimînin
Serokerkanê Amerîkayê da xuyakirin, 600 leşkerên wan li Rojavayê Kurdistanê dimînin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokerkanê Amerîkayê da xuyakirin, 600 leşkerên wan li Rojavayê Kurdistanê dimînin.
Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley bo medya Amerîkî axivî û da xuyakirin, ji hezarî kêmtir leşkerên wan li bakurê Sûriyê dimînin û got, dibe ku ev hejmar 600 leşker be.
Amerîka, bi destpêkirina êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê re, piraniya baregehên xwe valakiribûn û piştî demekê careke din bi navê parastina zeviyên petrolê vegeriyabû Rojavayê Kurdistanê.
Ev yek di demekê de ye, îro hêzeke leşkerî ya Amerîkî bi hejamreke zirîpoş û tankên abrams ve li ser rêya nêvdewletî M4 ber bi Tel Temirê ve çûn.
S. B