HSDê 8 endamên DAIŞê li Dêrazorê girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî 8 çekdar û serkirdeyên DAIŞê li Dêrazorê desteser kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî 8 çekdar û serkirdeyên DAIŞê li Dêrazorê desteser kirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, HSDê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî bi ser gundên Hewayic û Hirciyê li rojhlatê Dêrazorê de girtin û 8 endamên DAIŞê girtin kirin, ku yek ji girtiyan, berpirsê dîwana zekatê bû.
Rewangehê diyar kir jî, di dema dawî de HSDê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi hilmeta pişknînê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li gundewarê Dêrazorê kiriye û bi dehan kesên pêwendiya wan bi DAIŞê re hene desteser kirine.
S. B