Rêxistineke Amerîkî hevkariyan digihîne koçberên li Herêma Kurdistanê ne
Rêxistina xêrxwaziyê Samaritans Purse ya Kiristiyanî ya Amerîkî bo heyama 6 mehan hevkariyan li ser koçberên Herêma Kurdistanê belav dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina xêrxwaziyê Samaritans Purse ya Kiristiyanî ya Amerîkî bo heyama 6 mehan hevkariyan li ser koçberên Herêma Kurdistanê belav dike.
Rêxistina Samaritans Purse bi hevkariya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, kelûpelên cilûberg û betaniyan û konan belav dikin.
Rêvebirê Giştî yê Karûbarên Kirîstiyanan di Wezareta Ewqafê ya Herêma Kurdistanê de Xalid Cemal bi hevahengiya di navbera wê rêxistinê û Hikûmeta Herêma Kuridstanê de rabûye.
Peyamnêra K24ê li Hewlêrê da zanîn, pêşî hevkarî ji bo koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li kampa Berdereş in dibe, ku ew kamp nû hatiye avakirin û pêwîstiya wê zêdetir bi hevkariyan heye.
Ji encama êrîşa Tirkiyê ser ser Rojavayê Kurdistanê, zêdetir ji 10 hezar koçberan hatine Herêma Kurdistanê û li kampa Berdereş bicih bûne. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî serdana wan kir û piştevaniya Hikûmetê ji wan re ragihand.



S. B