3 teqîn bajarê Qamişlo dihejînin

Li bajarê Qamişlo sê teqînan hatin kirin û heta niha 5 kesan canê xwe jidest dane û hejmareke din jî birîndar bûne..

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo sê teqînan hatin kirin û heta niha 5 kesan canê xwe jidest dane û hejmareke din jî birîndar bûne..

Peyamêra K24ê li nava Qamişlo da zanîn, 3 teqîn li nava bajarê Qamişlo rû dan. Yek ji teqînan nêzîkî xalên rêjîma Sûriyê li çargoşeya ewlehiyê ye.

Da zanîn jî, teqîn bi riya 2 otombîlên bombekirî û motorsêkleke bombekirî hatine kirin.

Du teqînên din jî li ser riya sereke ya bazara giştî ya bajarê Qamişlo rû dan, yek ji wan bi riya motorsêkleke bombekirî jî li nêzîkî dibistana Qadisiyê ya keçan rû daye.

Hejmarek mezin ji hêzên ewlehiyê, otombîlên agirkuj û ambulansan gihîştin cihê teqînan.

Li gor zanyariyên destpêkê, heta niha 5 kesan canê xwe jidest dane. Piraniya qurbaniyan welatiyên sivîl in û hin endamên asayişê jî di nava wan de hene.

Peyamnêra me da zanîn, 14 birîndar gihîştine nexweşxaneya Selam û hejmareke din jî bo nexweşxaneyên din ên Qamişlo hatine veguhastin.