Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke PSKê dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) bi serokatiya Serokê wê partiyê Mesûd Tek kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) bi serokatiya Serokê wê partiyê Mesûd Tek kir.
Di hevdîtinê de, tekezî li ser yekrêziya hêz û aliyên Kurdistanî hat kirin, ji bo çareserkirineke dadperwerane ya pirsa Kurdî bi awayekî aştiyane û dûr ji tundûtûjiyê, ku faktereke sereke ya çespandina aştî û aramiyê li navçê ye.

S. B