Xelkê Dirbêsîyê tankên Tirkiyê ber baran dikin
Li gel her gereke hevpişika Tirkiya û Rûsiya li Rojavaya Kurdistanê, hevwelatî, wek derbirîn ji nerezîbûna xwe beranber hêrişa Tirkiyayê bo ser deverên bakûra Sûriya, bi beran hêriş dikin ser tank û otombêlên serbazîyên artêşaTirkiya û bi her dir re biherin ji alîyê xwlkê ve dihên berbaran kirin.
K24- Hewlêr

Mezlûm Îsa, hevwelatîyekê devera Dirbêsîyê ye li Rojavaya Kurdistanê. Ew yeke ji wan kesan ku bi beran pêşwazî li tankên artêşa Tirikya kirîye û bi Kurdistan24 re ragehandîye: Bi ti awayekê Tirkiyê mafê wê yekê nîye bihêt nav axa rojavaya Kurdistanê, lew hevwelatîyên sivîl wan ber baran dikin. Em dixwazîn Rûsiya bibîne û bizane ku xelkê Kurdistanê Tirkiya qebûl nake.
Roja Dûşembîya burî, di dema gera hevpişika Tirkiya û Rûsiya de, Xelkê Dirbêsîyê ber barana tankên Tirkiya kirin wek nerazîbûnek û redkirina hêz û artêşa wî welatî di nav axa Rojavaya Kurdistanê de.
Hevwelatîyeke dî yê Derbêsîyê, bi navê Tariq Erebo, bi Kurdistan24 re got: Em qebûl nakîn dijmin bikeve nav axa me, welateke dagîrkar bikeve nav axa welatê me û kesên me bikuje, em evê yekê qebûl nakîn.
Hewda Şêx Dawid, jineke xelka Dirbêsîyê ye û pişikdarî kirîye di berbarankirina tankên Tirkiyê û dibêje: Em serê xwe li beranber dijmnan naçemînîn û qebûl nakîn bi nav axa me de hatinûçûnê bikin.