Mesrûr Barzanî daxwaz ji encûmenên parêzgehan bi hikûmetê re hevkar bin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê re civiya. Di civînê de tekezî li ser girîngiya rola çavdêriyê ya encûmenên parêzgehan li ser dam û dezgehên hikûmetê yên di çarçova sînorê parêzgehan de hate kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civînê de, ku Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî amade bû, tekezî li ser girîngiya rola çavdêriyê ya encûmenên parêzgehan li ser dam û dezgehên hikûmetê yên di çarçova sînorê parêzgehan de hate kirin. Herwiha amaje bi girîngiya rola encûmenên parêzgehan bo çavdêrîkirina bicihkirina karnemaya hikûmetê, bi taybet jî bernameya çaksaziyê, demezrawîkirin û rêkxistina dahat û xerciyan hate kirin, bi awayekî ku hevsengiyê li ber çav bigire.

Serokê Hikûmetê daxwaz ji encûmenên parêzgehan kir, ku hevkariya bi hikûmetê re bikin, ji bo bicihkirina projeyên di çarçova siyaseta giştî de, bi arasteya nehîştina rotîn û asankariyê bo meşandina dosyên welatiyan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, ku fermanberên hikûmetê ji Serokê Hikûmetê û wezîran û ta biçûktirîn fermanber di dezgehên hikûmetê de, erkê wan xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê ne bê cudahî, di heman demê de pêwîst e mafên fermanberan jî li ber çav were girtin.

Serokê Hikûmetê got jî, pêwîst e kar bikin, ji bo civaka me ji bikarhêner bikin berhemhêner.

S. B