ENKS teqînên Qamişlo û kuştina Keşeyê Ermenî şermezar dike
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de, teqînên ku duhî bajarê Qamişlo hejandibûn, herweha bûyera kuştina Keşeyê Ermenî Husîb Bîduyan şermezar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de, teqînên ku duhî bajarê Qamişlo hejandibûn, herweha bûyera kuştina Keşeyê Ermenî Husîb Bîduyan şermezar kir.
Duhî li Qamişlo 3 teqîn hatin kirin û di encamê de jî 6 kesan canê xwe jidest dabûn û zêdetir ji 40 kesî birîndar bûbûn. Herwiha li nêzîkî bajarê Dêrazorê Keşeyê Ermenî Husîb Bîduyan û bavê wî ji aliyê grûpekê ve hatibûn kuştin.
ENKS di daxuyaniya xwe de dide zanîn, bûyerên bi vî rengî yên terorî yên sivîlan dikin armanc, di çarçova berdewamiya prosêsa koçberkirina xelkê deverê û berdewamiya koçkirina xelkê ji navçeyên rastî êrîşa Tirkiyê de tên.
ENKSê daxwaz ji civaka navdewletî û welatên pêwendîdar kir, ku rê li ber vegera DAIŞê ji bo deverê bigre.
Herweha daxwaz kir, ku operasyonên serbazî werin rawestandin û devereke aram bi serpereştî û parastina navdewletî, were avakirin.
S. B