Serokê Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê kir

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê kir û berî niha gehişte firokexaneya Bexdayê bi serokatîya şandeke ku pêkahatîye ji herdû cêgirê serok ê serokê dîwanê û hejmareke din ji berpisrên serokatîya Herêmê.

K24- Bexda

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê û şandê pê re seredana Bexdayê kirin  û berî niha gehişte firokexaneya Bexdayê û biryare li gel her sê serokatîyên Îraqê bicivin.

Li gor zanîyarîyên nûçegehanê Kurdistan24 li Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî zincîreyek kombûnan dike li gel berpirsên bilindên Îraqê.  Her yek ji Ceifer Şêx Mistefa û Mistefa Seyîd Qadir cêgirên serokê Herêmê û Fewzî Etroşî serokê dîwana serokatîya herêmê yawerên serokê Hermê ne di vê seredanê de.

Di destpêkê li gel serokê wezîrên Îrqê, Adil Ebdulemedî dicive û dûv re jî, li gel serokê Îraqê, Berhem Salih û Mehemed Helbûsî, serokê Civata Nwênerên Îraqê. Di vê serdanê de serokê Herêmê gotbêjan dike derbarê rewşa niha ya Îraqê.