Kurdistan24 diçe bingehên serbazîyên Emerîkayê li Sûriya

Tîmeke taybet a Kurdistan24 li gel hêzên Hevpeyamanên Nêvdewletî dijî Daişê, bi hêlîkopetrê ji firokexaneya serbazîya Hewlêrê diçe bingeha serbazîya Hevpeymanan û Emerîkayê li Sûriya û li gel fermandeyên bilindên artêşa Emerîkayê gotûbêj û behsa sitratîcîyeta Emerîkayê dikin li Sûriya.

K24- Rojava ya Kurdistanê

Tîmeke taybet a Kurdistan24 li gel hêzên Hevpeyamanên Nêvdewletî dijî Daişê, bi hêlîkopetrê ji firokexaneya serbazîya Hewlêrê diçe bingeha serbazîya Hevpeymanan û Emerîkayê li Sûriya û li gel fermandeyên bilindên artêşa Emerîkayê gotûbêj û behsa sitratîcîyeta Emerîkayê dikin li Sûriya.

 Di vê raportê de, tîma Kurdistan24 diçe wan bingehên serbazîyên ku hêzên nû yên Emerîkayê têde akincî bûne û behsa wê yekê jî dikin ku Emerîka li bingeha serbazîya Qamişlo û Dêrikê dê bimîne.

Tîma Kurdistan 24 bi hêlîkoptera Bilahok UH-60 a hêzên Emerîkayê digehin bingeheke serbazî ya Emerîkayê li Dêrezaorê li rojhelata Sûriya ku devereke dewlemende bi petrolê.

Di wê bingehê de, hêzên Emerîkayê mijûlî cihgîrkirina çek û teqemenîyên xwe bûn. Weha xuya dibe ku dixwazin bo demeke dirêj li wir bimînin. Wek fermandeyên wan jî dibêjin, wan hemû şîyaneke serbazî li ber destan heye û heke pêwîst jî be piştîvanîyên zêdetir dihînin Sûriya.

Mulazim Sîndî Kîng, berpirsa peywendîyên giştî yên hêzên taybetên Emeîkayê li Sûriya got: Erkê me yê sereke heya niha berengarbûna Daişê ye û paraztina akincî û aramîya li vê deverê bidesthatîye. Heerweha em dixwazîn ku dilniya bîn ku hevpeymanên me li vê deverê bihêz bimînin û hebûna me li Sûriya rêgirtine ji dûbare serheldana Daişê.

Fermaneyên serbazîyên Emerîkayê bi Kurdistan 24 ragehandin ku bi sedemên ewlekarîyê nekarin hejamara serbazên Emerîkayê li Sûriya aşkera bikin, lê di dema geşta me de, ceneral Mark Mîlî, fermandeyê bilindê hêzên Emerîkayê aşkera kir ku bo qonaxa dahatî de, 500 heya 600 serbazên Emerîkayê li Sûryayê dê bimînin.

Bi vajîya axivtinên serokê Emerîka, Donald Tiramp fermandeyên serbazîyên Emerîkayê li Sûriya tekez dikin ku erkên wan li Sûriya zêdetir û mezintire ji paraztina bîyavên petrolê.

Ceneral Êrîk, ku kesê yekeme di hêzên taybetîyên artêşa Emerîkayê li Îraq û Sûriyayê, dibêje: Emerîka li binegehên serbazîyên Qamişlo û Dêrikê dê bimîne.

Ceneral Êrîk Hêl, fermandeyê hêzên taybetîyên Emerîkayê li Îraq û Sûriya got: Dawîhatina Daişê bi9 wata ya wê yekê nahêt ku erkên me bo berengarbûna teroristan bi dawî dihêt. Li hinek deveran Daişê careke din xwe rêk dixe. Wek hun dizanin berî çe heftîyan, me kesê yekemê Daişê kuşt, ev jî erkê me zehmettir dike. Wek li ba xelkê xuya ye, me piroseya vekişana hêzên xwe dest pêkirîye û hejmareke hêzên me ji deverê dihên vekişandin û ew hêzên dimînin li Rojehelata Sûriya li çend bingehên deverên Dêrezor, Qamişlo û Dêrikê cihgîr dibin û em berdewam jî dibîn li meşq û rahînan û pirçekkirina Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) bi jinavbirina Daişê.

 Dûv re, em çoyin bingeheke dî ya Emerîkayê li Heseke, li bakûra rojhelata Sûriyayê. Li wir hêzeke nû ya Emerîkayê hatîye akincîkirin. Ji bilî otombêlên serbazî yên Biradlî,  zirêpoş, helîkopterên Epatçî herweha pêşkevtîtirîm sîstema topxaneyê têde heye. Li gor axivtinên fermanedeyeke Emerîkayî, gulle hawinên wan şîyan hingaftin nişanan heye li dûrahîya 60 Km.

Mulazim Kiromwêl, fermandeyê yeke ya taybetîya topxaneya Emerîka li Sûriya got: Me hevahengîyeke baş heye li gel HSDyê û sîstema topxaneyên me li vir amadeye û her demekê me armanceke Daişê bivêt, em li gel HSDyê hevahengîyê dikîn daku wan aramcan bihigifîn û hawinên me dikarin li dûrahîya 60 Kîlometran aramancên xwe bihengfin.