Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Herêma Kurdistanê bo Adil Ebdilmehdî tekez kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Herêma Kurdistanê bo aramiya ewlehî û siyasî ya Iraqê û pêngavên hikûmeta Serokwezîr Adil Ebdilmehdî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Herêma Kurdistanê bo aramiya ewlehî û siyasî ya Iraqê û pêngavên hikûmeta Serokwezîr Adil Ebdilmehdî bo çaksaziyê û bidenghatina daxwazên rewa yên welatiyan derbirî. Herwiha tekezî li pêwîstî û girîngiya hilgirtina berpirsatiyê û piştevaniya aliyên siyasî li kabîneya Serokwezîrê Iraqê bo çaksazî û çareserkirina pirsgirêkan kir.
Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re ku ji Cîgirên Serok û Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê pêk hatibû, îro danê sibê 13ê Mijdarê bi serdaneke fermî gihîştibûn Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqa Federal civiyan.
Di civînê de, dawî pêşhatên rewşa Iraqê, xwepêşandanên Bexda û parêzgehên din ên Iraqê û bandora rewşê li ser tevahiya Iraqê hatin guftûgokirin. Herwiha ronahî hate xistin ser sedem û derencamên xwepêşandanan û pêngav û rênimayên çawaniya serederîkirina bi bûyer û rewşê re.
Pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê, guftûgoyên çareserkirina pirsgirêkan yên di vê arasteyê de hatine bicihkirin, rewşa ewlehiyê li tevahiya Iraqê, metirsiya serîhildana terorê û riyên rûbirûbûna wan, hevahengî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê di vê derbarê de, rewşa navçê bi giştî û çend pirsên din ên cihê girîngiyê, tewereke din a civînê bû.
S. B