5 senatorên amerîkî daxwaza bilez sizadana Tirkiyê dikin

Tevî ragihandina agirbestê, lê şer û pevçûnên di navbeyna HSD û çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundewarên Til Temir û Ên Îsayê li rojavayê Kurdistanê berdewam in.

K24- Hewlêr

Tevî ragihandina agirbestê, lê şer û pevçûnên di navbeyna HSD û çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundewarên Til Temir û Ên Îsayê li rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Derbarê berdewamiya şer jî, pênc mezin e senatorên Amerîkî, di nameyekê de ji bo Wezîrê Derve , daxwaza bilez sizadan a Tirkiyê dikin û dibêjin, pêgeha Amerîkayê di metirsiyê de ye.

Êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên bi ser ve, li ser gundewarên Serê Kanîyê, Til Iemir û Eyîn Îsa bi çekên giran û frokeyên bêfrokevan berdewame .

Lo gor nûçegehanê Kurdistan 24, îro çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve, bi top, hawin û çekên giran gundê Qasimîye ya ser bi bajarokê Til Temir ve topbaran kirin.

 ji alîyekê din ve, Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kirîye, şer û pevçûnên dijwar di navbera Hêzên Sûriya Demukrat û çekdarên ser bi Tirkiyê ve, li bakûrê bajarokê Eyîn Îsayê li bakûrê Reqayê rûdidin, ku ew çekdar dixwazin rêya navdewletî ya di navbera Heseke û Helebê de bibirrin û dest danin ser gundê Şirkirak û Sayloya wê.

Rewangehê belav jî kirîye, di wî şerî de çekên giran hatîye bikaranîn û artêşa Tirkiyê jî firokeyên bêfrokevan bikar anîye, bê ku hejmara kuştî û birîndaran eşkere bike.

Derbarê berdewamîya van êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê,  pênc sînatorên xwedî pêgeh di kongirêsa Emrîkayê de, nameyek bo wezîrê derveyê Emrîkayê Mayîk pompyo şandîye û balkişandîye ser wê yekê, çendîn rapor belav bûne ku hêzên Tirkiyê û girûpên opozisyonê yên Tirkîye piştevanîya wan dike, îrşê dikin ser Kurdan û çekên qedexekirî jî li navçeya aram bikaranîye, eşkere kirîye jî, li dema rawestandina şer li 17yê meha bûrî hatbû ragehand , eger Tirkîye û girûpên bi ser ve agirbestê bişkînin, Emrîka dê bi tundî wan siza dide, lê çma Tirkiyê siza nadin, di demekê de belge hene ku girûpên ser bi Tirkiyê ve binpêkaryên eşkere encamdane.

  Duhî jî, HSDyê ragehandibû, ji encama bîst û çar demjimêrên dawçyê yên êrîşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve, li ser gundewarên Serê Kanîyê, Til Temir û Eyîn Îsayê,  27 çekdarên opozisyonê hatine kuştin, û 13 şervanên wan jî canê xwe ji dest dane.