Îran: Emerîka piştîvanîyê li gêlşokkaran dike
Hejmara kuştîyên xwenîşandanên Îranê giha 36 kesan û wezareta derve ya Îranê jî radigehîne, Emerîka piştîvanîyê li gêleşokaran dike.
K24- Hewlêr
Hejmara kuştîyên xwenîşandanên Îranê giha 36 kesan û wezareta derve ya Îranê jî radigehîne, Emerîka piştîvanîyê li gêleşokaran dike.
Mêdya yên Îranê belav kirîne, ku di sê rojên xwenîşandanên Îran û rojehelata Kurdistanê de, ku bi sedema giranbûna behayê Benzînê serheldan, 36 kes hatîne kuştin û bi sedan jî birîndar bûne.
Ji alîyeke dî ve, Ebas Mûsewî, gotebêjê wezareta derveya Îranê, bersiva wezareta derve ya Emerîkayê da ku piştîvanîya xwenîşanderan kiribû û ragehand: Emerîka piştîvanîyê li komeke gêleşokkaran dike û peyama wan dilsozane nîyazpakane nîne, lê peyvên wan derabeê hevsozîyê bo gelê Îranê dûrûyî ye.
Amaje bi wê yekê jî kirî, ewên niha Emerîka hevsozîyê ji wan re nîşan dide li jêr sizayên abûrîyên Emerîkayê ne.