Îran: Hejmara qurbaniyên xwepêşander, zêde dibe
Heya niha 40 xwepêşander li Îran û rojhilatê Kurdistanê bi teqeyên hêzên ewlehiyê hatine kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan
Heya niha 40 xwepêşander li Îran û rojhilatê Kurdistanê bi teqeyên hêzên ewlehiyê hatine kuştin.
Navenda Mafên Mirovan li Îran û rojhilatê Kurdistanê dawî amar a qurbaniyên xwepêşandanan belav kir. Eşkere kiriye, ku heya niha 40 xwepêşander li Îran û rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin. Ligor amaran, zêdetirîn rêja kuştiyan li rojhilatê Kurdistanê ye. Heya niha 21 kes hatine kuştin.
Berpirsên Îranê, bi fermî behsa amarên kuştina xwepêşanderan nakin, lê duhî eşkere kiribûn, ku fermandarek serbazî li Kirmaşanê, dinav xwepêşandanan de hatiye kuştin.
Egera sereke ya xwepêşandanan bihayê giranbûna nirxê benzene ji sedî 300 e, lê niha durişmeyên xwepêşanderan herweha rexneyên giran dijî desthilatê jî, girtiye ber.
C.B