Koçberên li Til Temirê dimînin bitirs in
Gelek koçberên bajarê Serê Kaniyê li bajarokê Til Temir û gundê wê bicih bûne, lê metirsî heye ku artêşa Tirkiye êrîşî wan gundan jî bike û ew careke din koçber bibin.
K24 – Til Temir
Gelek koçberên bajarê Serê Kaniyê li bajarokê Til Temir û gundê wê bicih bûne, lê metirsî heye ku artêşa Tirkiye êrîşî wan gundan jî bike û ew careke din koçber bibin. Jineke koçber dibêje: Em û zarokê ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê ji Serê Kaniyê derketin û niha li gundên Aşûriyan dimînin. Her diçe ew bi pêş ve tên, zarokên me ji dest dengê topan ranazin, heger niha ew êrîşî Til Temirê bikin, em ê bi kû ve herin”.
