Nêçîrvan Barzanî û Kusret Resûl civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirên wî Mistefa Seyid Qadir û Cafer Şêx Mistefa li bajarê Silêmaniyê bi Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl re civiyan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirên wî Mistefa Seyid Qadir û Cafer Şêx Mistefa li bajarê Silêmaniyê bi Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kusret Resûl re civiyan.
Ev civîna Serokê Herêmê û Kusret Resûl, piştî civîna Nêçîrvan Barzanî bi berpirsên bilind ên Tevgera Gorranê û serdana kurê Newşêrwan Mustefa li Silêmaniyê tê.
Armanca vê serdana Serokê Herêmê bo Silêmaniyê, yekrêziya aliyên Kurdî û yekhelwestiya Kurd li Bexdayê ye, herwiha guftûgokirina pêkanîna Hevpeymaniya Kurdistanî li Bexdayê bi aliyan re ye.
S. B