Reşnivîsa projeqanûna budceya 2027ê ya Îraqê bo Parlamentoyê tê şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Projeqanûna budceya 2027ê ya Îraqê bi qebareya 217 trilyon dînaran ji bo Parlamentoya Îraqê tê şandin, ku 100 hezar pileyên girêbest tê de hene û Hewlêr daxwaza pişka xwe ya damezrandin û budceyê dike.

Çar rojên dî reşnivîsa projeqanûna budceya giştî ya sala 2027ê ya Îraqê ji bo Parlamentoyê tê şandin. Di reşnivîsê de 100 hezar pileyên wezîfî hatine terxankirin û bizav bo zêdekirina wê hejmarê tê kirin.

Parlamentera Îraqê ji Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Avêsta Mam Yehya îro Sêşem, 06ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku di reşnivîsa projeqanûna budceya 2027ê de, 100 hezar pileyên wezîfî hatine terxankirin. Wê parlamenterê diyar jî kir ku ev pile bi rengekî hatine parvekirin ku 50 hezar ji bo hêzên ewlehiyê û 50 hezar jî ji bo derçûyên zanîngehan bi awayê girêbest bin, û tekez jî kir ku divê pişka Kurdan jî ji vê hejmarê bê dan.

Avêsta Mam Yehya herwesa got: "Biryar e ku li roja 10ê vê mehê projeqanûna budceyê bigehe Parlamentoya Îraqê û wê demê xebata me dest pê dike, daku pişka Kurdan jî di damezrandinê de bê dan, ji ber ku li gorî destûrî divê xelkê Herêma Kurdistanê jî bê damezrandin. Tevî wê yekê jî, ev çend sal in ku Îraqê rê nedaye ti kesek li Herêma Kurdistanê bê damezrandin.”

Herwesa Parlamentera Îraqê Yasemîn Nûrula jî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê belav kir ku ew ji bo zêdekirina wan 100 hezar pileyên wezîfî kar dikin, daku zêdetirîn kesên hejî bên damezrandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza zêdetirî 14% ji pişka Herêma Kurdistanê di budceyê de dike, lê di reşnivîsa belavkirî de pişka Herêma Kurdistanê 12.67% hatiye cîgirkirin û Hewlêr vê yekê red dike û lihevkirina dawiyê jî nehatiye kirin.