Lavrov: Tirkiye pabendî “Hevtêgihîştinê” bûye, lê gûman li ser HSDê heye
Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne, Tirkiye pabendî hevtêgihîştina agirbestê bûye, lê berûvajî wê, piştî Amerîka ji biryara vekişandina hêzên xwe poşman bûye, HSDê guh nade bicihkirina wê rêkeftinê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne, Tirkiye pabendî hevtêgihîştina agirbestê bûye, lê berûvajî wê, piştî Amerîka ji biryara vekişandina hêzên xwe poşman bûye, HSDê guh nade bicihkirina wê rêkeftinê.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro di konferanseke rojnamevanî ligel hevtayê xwe yê Îslendî de ragihand, “Berûvajî daxuyaniyê Kurdan, ti zanyarî li cem me nîn in, ku Tirkiye pabendî têgihîştina Socî a li ser bakurê Sûriyê nebûye.”
Lavrov got jê: “Şîretê li HSDê û serkidatiya siyasî ya Kurd bi giştî dikim, pabendî sozê xwe bibin, ji ber ku piştî têgihîştina 22 Cotmehê, me erêkirina bicihkirina wê ji Serokê Sûriyê Beşar Esed û serkirdatiya Kurd wergirt û wan got ewê hevkar bin”.
Lavrov tekez kir jî, mafên Kurdan bih nabin, ne di çarçova serwerî û yekperçeyîya xaka Sûriyê de be”. Herwiha Lavrov daxwaz ji HSDê kir, danûstandinên giştgîr bi Hikûmeta Sûriyê re bike.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê diyar kir, girîngîpêdana HSDê bi têgihîştina Rûsî – Tirkî, ji piştî vegera Amerîka ji biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê, kêm bûye.
Got jî: “Dema Amerîka biryar da hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, wan (Kurdan) yekser pabendbûna xwe bi xalên wê têgihîştinê ragihand, lê piştre helwesta xwe guhartin. Ez şîretê li Kurdan dikim, li ser helwesta xwe bin û xwe nexin nava helwestên gûmanewî.”
Ev daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Rûsyayê di demekê de ye, çendîn car in serkirdeyên HSDê Tirkiyê bi binpêkirina hevtêgihîştina agirbestê tomebar dikin û dibêjin, Tirkiye xalên hevtêgihîştinê binpê dike û êrîşî navçeyên HSDê dike.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî berî du rojan ji K24ê re ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, bi çekên giran êrîşî Eyn Îsayê dikin û hêzên Rûsî wek gerentîkarê agirbestê bi rola xwe ranabin.
Herwiha rexne jî li helwesta Rûsyayê girt û got: “Rûsyayê derbarê êrîşên grûpên çekdar de got: Heger lihevhatineke jêr bi jêr di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser navçeyê hebe, dê bandora wê ya nerênî li ser tevahiya rewşa Sûriyê hebe û rûbera şer firehtir bibe.”
S. B