Mesrûr Barzanî û Berpirsa Beşa Rojhilata Navîn di Wezareta Derve ya Brîyanyayê civiyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Berpirsa Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya ya Wezareta Derve ya Brîtanyayê Stephanie Al-Qaq civiya
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Berpirsa Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya ya Wezareta Derve ya Brîtanyayê Stephanie Al-Qaq civiya
Di civînê de, ku Konsûlê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton amade bû, danûstandin derbarê dawî guhertinên Iraq û navçeyê hatin kirin.
Tekezî li wê yekê hat kirin, ku necîgiriya rewşa Iraqê, ne di berjewendiya welatiyên Iraq û navçeyê de ye. Hat diyarkirin, ku pêwîst e derfet bi Serokwezîrê Iraqê bê dayîn, ji bo bersivdana daxwazên rewa yên xwepêşanderan û encamdana çaksaziyan.
Her di wê civînê de, şanda Brîtanî piştevaniya xwe ji bo çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybet li Wezareta Pêşmerge derbirî.
S. B