Hunermendên Kurd banga yekrêziyê li aliyên Kurdî dikin
Li Almanyayê komek ji hunermendên navdar ên Kurd destpêşxeriyeke nû ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di hemû şoreş û destanên mêrxasî yên Kurdistanê de, dengên hunermend û rewşenbîran bilind e û dibin beşek mezin ji bo berdewamîdan û veguhestina şoreşan. Li Almanyayê komek ji hunermendên navdar ên Kurd destpêşxeriyeke nû ragihandin û dê şandên fermî ji bo vê pirsê pêk bînin.
Ji banga yekîtiya netewî û parastIna hebûn û destkeftên gelê Kurd li hemû beşan û bûyerên dawî çê dibin, bûne sedema kombûna hejmareke mezin a hunermend û rewşenbîrên navdar yên Kurdistanê li Almanyayê.
Hunermend Xelîl di vê derbarê de ji K24ê re got, di demên teng de û gel di bin gef û metirsiyan de û rastî komkujiyan tê, girîng e hunermend bi rola xwe ji bo civak, huner û çanda xwe rabe.
Ji bo cara duyem e bêtir ji sed rewşenbîr û hunermedî dicivin û vê carê bi fermî xwe weke rêxistinekê radigihînin û doza diyaloga siyasî dikin û dê şandên fermî ji bo vê pirsê pêk bînin.
Hunermend Diyar Dêrsimî diyar kir, armanca wan ji vê destpêşxeriyê ew e, Kurdistan di demeke dîrokî ya girîng re derbas dibe, hewl tên dawî çawa berê Kurd ji mafên xwe bêpar mene, dîsa niha Kurd negihin mafê xwe.
Berê çend rêxistinên hunermendan hene, lê di çarçoveyên biçûk de dixebitin û di bin bandora îdolojiya û herêman de dimînin, lê bi vê destpêşxeriyê dixwazin wan sînoran derbas bikin û bibin bingeha yekîtîyeke netewî ji bo hemû parçe û ol û mezheb û zaravên Kurdistanê.