Serok Barzanî pîrozbahî li Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir

Serok Mesûd Barzanî di peywendiyeke telefonî de pîrozbahiyê li birêz Belên Abdulla Sekreterê hilbijartiyê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî di peywendiyekî telefonî de bi helkefta serkeftina kongreya Partiya Zehmetkêşên (Kedkarên) Kurdistanê û hilbijartina wî wekî Sekreterê Partiyê pîrozbahî li birêz Belên Abdulla Sekreterê hilbijartiyê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Her di peywendiya telefoniyê de, bi helkefta serkeftina dehemîn kongreya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê, Serok Barzanî li rêya Sekreterê Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê ve pîrozbahiyê pêşkêşî endamên Encumena Giştî û endam û alîgirên wê partiyê kir.

 

S. B