Rêveberîya Xweser : Divê Rusiya roleke çalaktir bileyîze di rêkeftinên rawestandina şer de

Rêveberîya Xweser ragehand, pêwîste Rusiya roleke çalaktir di rêkeftinên rawestandina şer de bileyîze.

K24- Hwelêr

Rêveberîya Xweser ragehand, pêwîste  Rusiya roleke çalaktir di rêkeftinên rawestandina şer de bileyîze.

Deste ya Peywendîyên Derve ya Rêveberîya Xweser  di daxuyanîyekê de ragehandîye, Tirkiya pabendî rêkeftinên rawestandina şer nebûye û di êrîşên xwe de bo ser rêya navdewletî û Eyîn Îsa û Til Temir berdewame.

Daxwaz ji Rusiya kirîye jî, ku lêkolînê di kiryarên Tirkiya de bike,  ku bi gotna wê, Mosko  bi xwe jî dizane êrîşên Tirkiya di wan navçeyaneyan de ne di çarçoveya rêkeftinê de ne.

Rêveberîya Xweser  berisiva gotinîn Sêrgî lavrov daye û gotîye: Ew tim cidî bûne di destipêkirina gotûbêjan de li gel rjîma Sûriya û pêwîste Rusiya roleke çalaktir di wê derbarê de leyîztiba. Bi gotina wê, wan hêj helwêsteke erênî ji  alyê din ve, anku hikumeta Sûriya ne dîtîye  û weha dîyare hikumet  dixwaze gotûbêjan gîro bike, yan jî na xwaze gotûbêjê hebin.

Rêveberîya Xweser  gotîye jî, bi vemana hêzên Emerîkayê li Suriya, helwêsta wan ne hatîye guhertin û helwêsta wan her wek xwe ye derbarê gotûbêja li gel hikumetê.