Li Îranê 7 hezar xwenîşander hatîne girtin

Endmê komîteya asayîşa neteweyî di perlemana Îranê de, ragehand: Zêdetir ji 7 hezar kes bi sedema xwenîşandanên hefte ya burî hatîne girtin.

 

K24- Hewlêr

Endmê komîteya asayîşa neteweyî di perlemana Îranê de, ragehand: Zêdetir ji 7 hezar kes bi sedema xwenîşandanên hefte ya burî hatîne girtin.

Husên Neqewî, gotebêjê komîteya asayîşa neteweyî di perlemana Îranê de ragehand, di kombûna wan de li gel alîyên ewlekarîyên  xuya bûye ku zêdetir ji 7 hezar kes bi sedema xwenîşandanên hefteya burî hatîne girtin.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, heya niha amarên fermî yên nehatîne ragehadin, lê alîyên peywendîdar gotîne komîteya wan, hejamra girtîyan nêzîkî 7 hezar kesan e.

 Hevdem Rêkxistîya Nêvdewletîya Mafên Mirov û bi taybetî Emnistî behsa girtina hejmareke zêdetir ji evê yekê dike.