Amerîka hêzeke din derbasî Rojaveyê Kurdistanê kir

Amerîka karwaneke hêzê ji çek û kelûpelên serbazî derbasî Rojavayê Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka karwaneke hêzê ji çek û kelûpelên serbazî derbasî Rojavayê Kurdistanê dike.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, derengê şeva bûrî Amerîka karwaneke hêzê ku çek û zirîpoş hilgirtibûn, derbasî bajarokê Rimêlan kir.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Amerîka nêzîkî 60 barhilgirên ku çek, tank û zirîpoş hilgirtibûn, derbasî navçeyên HSDê kiribûn.

Di du rojên bûrî de, Amerîka bi armanca avakirina binkeyeke serbazî li bajarokê Dirbêsiyê, karwaneke din a serbazî derbasî Rojavayê Kurdistanê kiribû.

Ev di demekê de ye, ji destpêka êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê di 9ê Cotmeha bûrî de, Amerîka hêzên xwe ji piraniya navçeyên Rojavayê Kurdistanê vekişandibû, bi vê yekê re jî karvedaneke mezin di navxweya Amerîka de li dû xwe anîbû.

 

S. B