Mesrûr Barzanî gihîşt Enqerê
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşt Enqerê û biryar e di serdana xwe de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşgolu re bicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşt Enqerê û biryar e di serdana xwe de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşgolu re bicive.
Îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdaneke dîplomatî gihîşt Enqerê û biryar e danê êvarê jî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re bicive.
Di vê derbarê de jêderekî agahdar ji Hikûmeta Herêma Kurdisatanê ragihand, ji dema destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, Tirkiyê yek ji wan welatan bû, bi fermî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwandibû û niha ew serdan tê kirin.
Di wê serdanê de, guftûgo derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û rola girîng a Herêma Kurdistanê di aramiya navçeyê de tên kirin.
S. B