Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu naveroka civîna xwe aşkere dikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê piştî civîna di navbera wan de, di konferanseke rojnamavanî de naveroka civîna xwe diyar dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê piştî civîna di navbera wan de, di konferanseke rojnamavanî de naveroka civîna xwe diyar dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi serdaneke fermî û li ser vexwandina dewleta Tirkiyê gihîşt Enqerê û destpêkê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşgolu re bicive.

Piştî civîna bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re, biryar e Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî danê êvarê jî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re bicive.

Di vê derbarê de jêderekî agahdar ji Hikûmeta Herêma Kurdisatanê ragihand, ji dema destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, Tirkiyê yek ji wan welatan bû, bi fermî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vexwandibû û niha ew serdan tê kirin.

Di wê serdanê de, guftûgo derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û rola girîng a Herêma Kurdistanê di aramiya navçeyê de tên kirin.