Mihemed Bin Selman û Ehmed Şera rewşa deverê nîqaş kir

Mihemed bin Selman û Ehmed Şera
Mihemed bin Selman û Ehmed Şera

bŞahzade û Serokwezîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman îro Sêşem, 06ê Cotmeha 2026ê, li bajarê Riyadê pêşwazî li Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera kir.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) belav kir ku di wê civînê de nîqaş li ser peywendiyên dualî yên navbera Riyad û Şamê û mekanîzmên pêşxistina hevkariyan di warên cuda cuda de hatin kirin.

Her du aliyan herwesa behsa bo dawîn pêşveçûn û guherînên siyasî û ewlehî yên rewşa Rojhilata Navîn jî kir.