Hêzeke Birîtanîyayê ji Tel Temir vekişîya û çû gundewarê Dêrazorê
Hêzeke Birîtanîyayê xwe ji bingeha Qesrik li Tel Temirê vekişand û berê xwe da gundewarê Dêrazorê.
K24- Hewlêr
Hêzeke Birîtanîyayê xwe ji bingeha Qesrik li Tel Temirê vekişand û berê xwe da gundewarê Dêrazorê.
Nûçeghanê Kurdistan 24 ragehandîye, ku yekîneyeke hêzên Birîtanîyayê ji bingeha Qesrik a Hevpeymanîya Navdewletî li bakurê Tel Temir derketîye û berê xwe daye gundewarê Dêrazorê û dê li bingeha Ûmer bicih bibe.
Ajansa SANA ya fermî ya hikûmeta Sûriyayê belav kirîye ku hêzeke Emerîkayî li kêlgehên petrolê yên Rimêlan bicih bûye û li gor wê malperê ew hêz ji gundewarê Reqa û Hesekeyê vekişyane.
Ji alîyek dî, karwaneke mezin ji hêzên Emerîkayî di demjimêrên nîvê şevê de ji bargeha Qesrik li gundewarê Tel Temirê derket û berê xwe da bajarê Rimêlan.
Ev karwan gelek zirîpoş, çek, alavên leşkerî û tankên Biradlî li xwe digirtin, li ser rêka M4 derketin û çûn Rimêlan.
Li gor çavkanîyeke fermî bo Kurdistan24ê ragehandî, ev karwan li derdora bajarê Rimêlan dê bicî bibe.