Şereke dijwar rûdide di navbera (YPG) û girûpên ser bi Tirkiyê ve li bakura rojhelata Helebê

Şereke dijwar rûdide di navbera Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) û girûpên ser bi Tirkiyê ve li bakura rojhelata Helebê

K24- Hewlêr

Şereke dijwar rûdide di navbera Yekîneyên Paraztina Gel (YPG)  û girûpên ser bi Tirkiyê ve li bakura rojhelata Helebê.

Riwangeha Sûriya ya Mafê Mirov belav kirîye, ji berê sipêdê ve şereke dijawae rûdide di navbera Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) û girûpên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li enîya gundê Ûm Cilûd  li bakura rojhelata Helebê û heya niha jî, ew şer berdewam e, lê  ti zanyarî derbarê zîyanên canî nehatîne zanîn.

Riwangehê amaje kirîye, ku di 27ê evê mehê de jî, (YPG)yê  bajarê Izazê bi 8 topan kire armanc û bi gotina wê, ew top bi zîndanekê ketin li nava bajarê Izazê, di encam de sê kes birîndar bibûn.