Îranê derîyeke sinûrî li gel Îraqê daxist

Komara Îslamîya Îranê derîya Mîhran a sinûrî li gel Îraqê daxist û dema daxistina wê jî destnîşan kirîye.

K24- Hewlêr

Komara Îslamîya Îranê derîya Mîhran a sinûrî li gel Îraqê daxist û dema daxistina wê jî destnîşan kirîye.

Alîkarê parêzgarê Îlamê bo karûbarên sîyasî û ewlehîyê ragehand: Ti arîşeyek ji alîyê dî yê Îranê nîne û sedema daxistina wê derîyê jî; rewşa xiraba Îraqê ye.

Got jî: Wezareta derve ya Îranê şîreta hevwelatîyê xwe dike seredana mezarên Îraqê nekin û bo demeke din bidawî bixin.

Di destpêka meha Okotobera burî ve, xwenîşandan li çend bajarên Îraqê serheldane û xwenîşander daxwaz xizmetguzarîyan û guhertina sîstema sîyasî dikin.